March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mîrê Nû yê Êzidiyan kir

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mîrê Nû yê Êzidiyan kir

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir, ku weke Mîrê Nû yê Êzidiyan hatiye hilbijartin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Bi helkefta destnîşankirina we weke Mîrê Êzidiyan, bi germî pîrozbahiyê li we û hemû Êzidiyan dikim, di erk û berpirsyariya nû de hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Hûn di demekê de vî erk û berpirsyariya mezin hildigrin, ku hêj hejmareke mezin ji xûşk û birayên me yên Êzidî di kampên awareyiyê de dijîn û nikarin vegerin ser cih û warên xwe. Erk û berpirsyariya we giran e û em hemû pêkve hewceyê hevkariya hevdu ne, daku em biakrin hinek ji bare giran ê Êzidiyan sivik bikin.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “We piştrast dikim, ku weke herdem em dê hemû hewla xwe bidin, daku bi her awayekê ku bikarin, piştevan bin û alîkariya xûşk û birayên xwe yên Êzidî bikin. Eger tenê Êzidiyek jî li her derekê revandî mabe, çi tişta ku pêwîst be em dê ji bo vegerandina wan bikin, herwisa em dê hemû hewla xwe bidin bo avedankirin û vegerandina jiyanê bo deverên Êzidiyan, daku bikarin bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe.”

Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî daye xuyakirin: “Careke din jî em we yên rêzdar û hemû xûşk û birayên Êzidî û pêkhateyên olî û netewî piştrast dikin, ku Herêma Kurdistanê dê her weke warê pêkvajiyanê, pirrengî, aştî û hevduqebûlkirinê ji hemûyan re bimîne. Careke din mîrîtiya we pîroz be û her serkeftî bin.”

Li Perestgeha Lalişê îro di merasîmekê de Hazim Tehsîn Beg, kurê Mîr Tehsîn Beg weke Mîrê Nû yê Kurdên Êzidî hat diyarkirin û bi fermî weke Mîrê Êzidiyan dest bi karê xwe kir.

Di destpêka merasimê de, Endamên Civata Ruhanî ya Êzidiyan tevî çend zanayên olî yên Êzidiyan li gel berbijêrê mîrîtiyê, Hazim Tehsîn Beg derbasî nav avahiya Perestgeha Lalişê bûn û ketin civînê. Herwiha her di vê civînê de, cilûbergên mîrîtiyê li Hazim Tehsîn Beg hat kirin.

Piştre endamên Civata Ruhanî ya Êzidiyan û mîrê nû yê Êzidiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg derketin pêşberî xelkê û li hewşa Perestgeha Lalişê, Mîr Hazim Tehsîn Beg sonda olî xwar û bi fermî weke mîrê nû yê Êzidiyan hate nasandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi