Kupaya Afrîqa 2021 îro li Kameronê dest pê dike
BasNews– Kupaya Neteweyên Afrîkî ya 2021 li Kameronê dest pê dike, piştî ku nêzîkî şeş mehan ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê hate paşxistin.
33emîn Qehremaniya Kûpaya Afrîqayê, îro piştî nîvro li Kameronê bi lîstika di navbera tîma welatê mazûvan û Burkîna Fasoyê de dest pê dike.
Di vê Qehremaniya de 24 hilbijarde dê beşdar bibin û li ser 4 komikan belav dibin:
Koma A: Kamerûn – Burkîna Faso – Cape Verde – Etiyopya
Koma B: Senegal – Gîne – Malawî – Zimbabwe
Koma C: Mexrib – Gana – Comoros – Gabon
Koma D: Misir – Nîjerya – Sûdan – Gîne-Bisau
Koma E: Cezayîr – Kote d’Ivoire – Equatorial Guinea – Sierra Leone
Koma F: Tunis – Malî – Morîtanya – Gambiya
Her çend rayedarên Kameronî amadehiya xwe ji bo mazûvaniya dawetên parzemînê piştrast kiriye, hin pirs dimînin, nemaze derbarê tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina li belavbûna guhartiya Omicronê.
Lidarxistina gera 33emîn a vê qehremaniyê ji bo parzemîna Afrîkay û
ji bo Kameronê, ji ber astengiyên li pêş wê, dikare wek serkeftineke werzişî û dîplomatîk were hejmartin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî