Peyama Desteya Bilinda Bingehê Laliş bo cejina cemayê
Desteya Bilinda Bingehê Laliş pîrozbahîyê li tevahiya Êzidiyan dike bi helkefta cejina cemayê û hîvî xwazîn ev cejin bibe mayeya xêr û xoşîyê.
Hîvîxwazîn em cejinê bikine hêmayek ji bo lêborîn û aştewaya civakî, Û ev cejine bibe cejina rizgarbûna dayik û xuşkên me ji destên hovên da’iş, Hevdem hemû navçeyên me aramî û xoşî bi xweve bigrin û Şingal avedan û aram bibe.
Her di cejinêda jî fere hemû Êzidîyek pîrozî û ciwanya peristgehê biparêzin ji pênav maneve û pîroz ragirtina peristgehê.
Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/Dihok
5/10/2022
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî