bingehê laliş pîrozbahîya Nadîa Murad dike , û daxwaz dike zulma li serê Êzidyan hatî neyê bikar înan bo meremên sîasî
Ragehandina Desteya Bilinda Bingehê Laliş
li avahyê Neteweyên Yekgirtî li Noyorkê duhî êvarê li roja înyê 16 aîluna 2016 ,rê û resmên xelatkirina rizgarbuya êzidî Nadîa Murad hatine kirin û nasnavê balyoza nîaz pakyê li Neteweyên Yekgirtî bo wê hate bexşîn , ew postekî pirotokolye hatyebdan bo cara yekê tête dan bo kesayetyeka êzidî li ser astê nîv neteweyî.
me divê amaje bi wê yekê bidin ku bingehê laliş yekemîn cihet bu piştevanya rzgarbuî Nadîa Murad kirî , em di gel wê rawestyan piştî me berê xo daye êş û azarên bi serê wê hatîn li demê hêş nehatî nas kirin bo yên din , di gel dakokî kirinê ji bo pêşkêş kirna hemû rengên piştevanyê bo wê û yên din yên rizgarbuyî ji xêzana wê , û bi kiryar gelek asankarî hatine pêşkêş kirin bo keça me Nadîa Murad, me nevêt em wan tiştên horbînî û layenî dyar bikin ,ji berku erkê meye.
piştî dîarbuna navê Nadîa Murad û bûy hêmayê êş û azarên êzidyan , bi mixabinî ve hindek mifa perês li dora wê kombun ,û hewldan doza rizgarbuyên êzidyan bi kar bînin bo meremên sîasî û hewldanêt wan ji bo kartêkrnê li biryarên rizgarbuî Nadya Murad, belgeyê wê çendê ku rezamendyên fermî û pêtvî hatine wergrtin ji bo hatina Nadya Murad bo Herêma Kurdistanê û çavpêkeftinê di gel bilindtrîn serkrdayetî, belê hindek ji dewruberê wê, nehêlan ew bihête herêma Kurdistanê jiber egerên sîasyên dyar .
em amaje di ken ku piştevanya bingehê laliş berdewam bû bo rizgarbûyê Nadîa Murad ji bilî wê hemyê, me çendî beyanname derxstin ku dakokyê li wê destkeftyê bi dest ve hatî ji bo berjewndya zulm û sitema li ser êzidya, herwisa ragehandina desteka bilinda bingehê me ye tête xundin û elktronî jî di berdewamin ji bo piştevanya wê bi ragehandinê, belku em daxwazê dikin ew zilma bi serê êzidyan hatî ne hête ji bikar înan bo meremên sîasî, çinkû ewa bi bi serê xelkê me hatî ne jiber jîatyên wan hizbî bu, ji berku ew êzidî bûn girêdayî ax û erdê xo bûn yaku pişkekî resen ji erdê Kurdistanê , û ji ber vê çendê sîasî kirina doza revandyên êzidya li pêşyê dê zîanê bigehîne doza êzidya, dê hevsozî û piştevanya navxoyî û herêmê û nîvdewletî jî dê kêm ket bo êzidyan .
Cihê daxê ye ne amadebûna hindek layen û kesayetyên êzidya li ahenga xelatkirna Nadye Mirad û li pêşya hemyan jî nunerên kes û karên rizgarbûyên ji xelkê gundê koçoya wêran ، zêdebarî ewên rizgarbuy ji kuşitnên bi kom bi şêweyekî seyr li koço jiwan jî brayê Nadye Mirad ، zêdebarî ku bingehê laliş ewê rolekê berçav hey her ji roja karesata şingalê rûday ، hindek kes beşdarî berhevyê bibûn ewên ditrsn seredana kempên êzdyan biken neku eu bihêne derêxstin jilayê xelkê mey aware ، em vê çendê dibêjn ، ku em li wê baweryê ne amadebûna me yan ne amadebûna me ji bhayê me kêm naket û çi tştî jî li ser me zêdenaket ، belku jibo piştevanya keça me Nadye Mirade.
herwesa em mane heyrî di rê û rismên xelatkrnê da ، amaje nehatekirin bo qurbanyên hêzên pêşmergey li demê azadkirna şingalê da bo zanîn brayê rizgarbûyê Nadye Murad yek ji efserên fermandeya şingalê ye ، û amaje nedan bi azarên 400.000 awareyên êzidî yên ku têne hembîz kiirn ji layê herêma kurdstanê ve û harîkarî û piştevanya cuda cuda û hemecor bo wan tête pêşkêşkirin sereray qeyrana darayî ، herwesa behsê wî layenî nehatekrin ewê girtyên me rizgarkirîn û piştevanî kirî bo rizgarkirna 2653 kesa jwan ، 956 jin ، û yên mayn zelam û zarok bûn ، merema me Nivîsîngeha Karubarên Girtya ya ser bi Nivîsîngeha berêz Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêmê ve.
çênabît azarên êzidyan bihêne bikarînan bo berjewendya chekê hizbî ، nabît rêkxrawên entrnêtî ewên hîç hebûnek ney li ser erdê waqî azar û zulma bi serê êzdyan hatî bikarbînn jibo hindek armancên baş bo me dixuyane .
bla em bihêlin Nadyae Murad pêvajoya xwe timam ket jibo gehandna azarên êzdyan bo hemî cîhanê ، û pêvajoya wê ne êxîne dihzrên berteng da çinku keça kurdstanê ye û nuneratya hîç layenekî hizbî naket ، belku nuneratya pişkekê ji azar û derdeseryên xelkê me diket .
تُتاح هذه الصورة أيضا في: العربية