أبريل 25, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Millet mihemed Gotar li bin sîbera şaperêt nûybûnê

Gotar li bin sîbera şaperêt nûybûnê

 

Millet mihemed

Gotar ew parçe nivîsîne ku rojname yan govar belav dikit bi mebesta berçavkrin û belavkirna zanyaryan û bibite alavekê rewşenbîrkirna civakî û komelgehê kerestekê here diyarê gehandina mifay bo civakî û komelgehê yan wê deverê û dariştineka mamnavendye bo belavkirnê bi asantirîn yan kurtitrîn rêk derbarey babetê dyarkirî ku nivîser yê pê pabende bi destûrê babetî ve,ku çendîn layenên jiyana mrovatiyê bixove digirt ,çave nêrîn û rêk û pêkya gotarê êk ji wan kar û erkane yên gring ku nivîser bi hûyrî li ser dirawestit ka dê çawa gotarê nivîst,jber ku da babetê gotarê yê baş û bi hêz bit û bi rêk û pêk bête dariştin divêt girêdanek û guncandnek dinavbera destipêkê û naverokê û dawyê da hebit,ya bitir bit ji encam û hîvî û omêdan da xûndevan bê omêd nebt bo wê yekê gotara te bi şêweyekî cwan bi dawî bêt divêt van xalan blind û nêzîk bbînt.

kengî ? Ya gringe nivîser bizant kengî dê gotarê nivîsit,çinku ew babetê di helbijêrit dvêt yê germ bit û demê wî bi serve neçobit,bo nimûne berî demekê hatna wan1- pêlên êk li dûv êk yên nexoşya vayrosê kovîd (19) koronayê yê germ bû noke neya lojîkî û rewaye nivîserek binvîst.

2- bo kê ? Nivîserê hêja yafere tû bizanî ku xûndevanê te ji hemû tex û çînên civakî pêk dêt,herwesa astêt wan yê rewşenbîrî û zansitî jêk cudane,lewa divêt tû hizir dvê çendê da bikey dinvîsînê da … bizane ka tû bo kê dinvîsî?

3- divêt tû yê şareza bî di derûnê xûndevanî da û bizanî xûndevan û cvakê te çi j te divêt,eger te eve zanî bêgoman tû dê zanî çawa bo binvîsî.

4-serbexoyî û bê layenî dikarî da û nekevye jêr barê babetên madî yan darayî û me’newî.

5- pabendibûn bi rastî û sercem layenên rewşitî (axlaqî) pîşeyî ve.

6- xûndevan bi asanî dikaru berheman digeht; eve jî bi rêya zimanekê sade û rewan bi ce dêt.

7- zimanekê zîndî yê cîhanî bi zanî.

8- şarezayeka baş bi dab û nerît û layenên komelayetî yê komelgehê ve hebin.

                                          C.k

تُتاح هذه الصورة أيضا في: العربية

مقالات ذات صله

الرد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi