March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Stranbêja Kurd: Ji ber ku kurdî nizanim, ez şerm dikim

Stranbêja Kurd: Ji ber ku kurdî nizanim, ez şerm dikim

Rûdaw

Stranbêja kurd Nermîn Şewqî ragihand, ew kurd e lê zimanê kurdî nizane û ji ber vê yekê jî şerm dike.

Nermîn Şewqî li Şamê hatiye dinyayê, ji ber şerê ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diqewime, li paytexta Libnanê bajarê Beyrûdê niştecih bûye.

Stranbêja navdar Nermîn Şewqî ji Rûdawê re ragihand, tevî ku ew kurd e, zimanê kurdî nizane û ev jî, wê aciz dike.

Şewqî dibêje: “Birastî tevî ku ez kurd im, zimanê kurdî nizanim û ji vêya jî pir şerm dikim. Diviyabû ez bizanim. Sedema wê ew e ku dê û bavê min bi min re bi kurdî neaxivîn. Em li Şamê bûn. Diya min û bavê min li malê bi hev re bi zimanê erebî diaxivîn. Niha ez ji wan dipirsim, çima bi min re bi kurdî neaxivîn.”

Nermîn Şewqî diyar dike ku hez dike bi zimanên erebî, frensî û îspanyolî stranan bixwîne û dibêje: “Ji ber ku kurdî nizanim, heta niha min nekarî bi kurdî stranan bibêjim. Lê ez dixwazim herim serdana Başûrê Kurdistanê û demek li wir bimînin. Di albuma xwe ya nû de dixwazim çend stranên kurdî bixwînim.”

Herwiha Nermîn Şewqî destnîşan dike, ji ber ku malbata wê li Şamê dijîn, gelek caran diçe Şamê û dibêje: “Dê û bavê min ji bo min pir bi qîmet in, ez bi wan şanaz im, pêwendiya me jî gelek baş e. Li Sûriyê deverên ku di destê Beşar Esed de ne, gelek baş in, ti pirsgirêk tine ne. Li wan deveran, hunermend dikarin hunera xwe bimeşînin.”

Stranbêja kurd dibêje li Beyrûdê xebatên xwe yên hunerî didomîne û her roj ji bo provayan diçe Operaya Beyrûdê.

Herî dawî Nermîn Şewqî eşkere dike ku ji gelê Kurdistanê pir hez dike û dibêje: “Ji ber ku ez kurdî nizanim, li min biborin, divê ez di demeke kin de kurdî hîn bibim.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi