March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Şeva sersalê Heval Îbrahîm, Hozan Kawe û Maral li Hewlêrê konsêrtê birêve dibin

Şeva sersalê Heval Îbrahîm, Hozan Kawe û Maral li Hewlêrê konsêrtê birêve dibin

Rûdaw

Bo şeva sersala nû ya zayînî, her sê hunermendên stranbêj, Heval Îbrahîm, Hozan Kawe û Maral dê konsêrtekê saz bikin.

Bi nêzîkbûna serê sala nû ya zayînî (sala 2017), merasîmên taybet bi vê şevê jî tên organîzekirin.

Biryar e di şeva sersala nû ya 2017ê de, hejmarek ahengên taybet bi pîrozkirina hatina sersala nû ya zayînî li tevahiya Başûrê Kurdistanê birêve biçin.

Li gorî agahiyan Rûdawê, yek ji wan ahnegên mezin dê li Hotêl rotana ya bajarê Hewlêrê birêve biçe û dê tê de her yek ji hunermend, Heval Îbrahîm, Hozan Kawe û Maral beşdar bibin û stranan bêjin.

Derbarê birêveçûna vê ahengê de, hunermendê stranbêj Heval Îbrahîm di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ahneg dê saet 10ê şeva dawiya sala 2016ê dest pê bike û dê heta dernegiya şevê berdewam be.”

Heval Îbrahîm got: “Aheng xêzanî (malbatî) ye û dê tê de çend surprîz jî werin pêşkêşkirin.”

Îbrahîm tekez kir, ku ew dixwazin bi rêya vê ahnegê û di serê sala nû ya zayînî de, rûyekê xweş û cuwan ê Kurdistanê nîşanî hemû cîhanê bidin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi