Li Lozanê konsêrta Şivan Perwer û Hewlêrê
Hunemendê navdarê Kurdistanê Şivan Perwer û stranbêja kurd Hewlêr bi hev re li bajarê Lozan ê Swîsê konsêrtekê saz kirin.
Stranbêja kurd, Hewlêr di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Min û hunermendê mezinê kurd Şivan Perwer, me bi hev re li Lozanê kosertekê li dar xist. Gelek kesên kurd û biyanî li konsêrtê amade bibûn.”
Hewlêrê got, wê di konsêrtê de bi Şivan Perwer re duet kiriye û wan bi hev re stran gotine.
Hewler diyar kir, ku bo cara yekem di wê konsêrtê de hinek stranên wê rastî eleqeyeke germ a xelkê hatin.
Stranbêja kurd ji Rûdawê re tekez kir, ku di çend rojên dahatî de jî ew dê li çend welatên din ên Ewroapyê jî konsêrtên mûzîkê saz bike û piştre dê vegere Herêma Kurdistanê
Çavkanî :Rudaw
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî