April 17, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Barzanî:Armanca referandomê serxwebûna Kurdistanê ye

Barzanî:Armanca referandomê serxwebûna Kurdistanê ye

BasNews

Îro êvarî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek arasteyî revenda Kurdî û beşdarbûyên festival piştgiriya referandoma serxwebûna Kurdistanê li bajarê Konbinhaginê li Danîmarkê kir, tê de ragehand ku, armanca referandomê ragehandina dewleta Kurdistanê û xwestekên gelê Kurdistanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha got:Xweşhalim dema dibînim ku, Kurdistaniyan li Danîmark û li welatên din ên Ewropayê piştgiriya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin, ev yeke cihê dilgermiya xuşik û biryayên me li Herêma Kurdistanê ye, destxweşiyê lêdikim û ji dil spasiya wedikim.

Barzanî wiha jî got:Referandom û dengê belê emrazekî aştiyê ye ya gelê me ye, deng û iradeya xwe bi şêweyeke medenî û aştiyane û dûr ji tûndûtîjiyê digehînin cîhanê, Kurd gelekî aştîxwaze, tevî wê tişta bi serê Kurdan de hatiye em dixwazin destê xwe bo bira û dostên xwe yên gelê din dirêj bikin, naxwazin ezmûna berê û sîstema çewsandin û binpêkirinê ya berê dubare bibe, em dixwazin li gel Iraqê weke du cîranên baş û bira û dost bijîn û derbarê cudakirina aborî û siyasî, şerê li dijî tûndirewiyê  li gel hev hevkarbin û hemahing bin.

Herwiha Barzanî di peyama xwe de diêje:Armanca referandoma serxwebûna Kurdistanê bi niyata dewletê ye ku, li ser xwestekên xelkê Kuridistanê tê damezrandin, ew dewlet dewletekî fedral û demokrate û medeniye, azadî,pêkvejiyan û aştî bingeha dewleta Kurdistanê ne, hemû pêkhat û netewe mafê xwe tê de hene, li dewleta Kurdistanê cihê terorê û hizra tindrewiyê û nejadperestiyê namîne, tenê aştî û fehenga pêkvejiyanê wê hebe.

Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de wiha jî hat:Erkê Kurdan û hemû Kurdistaniyan beşdarbin di referandoma serxwebûna Kurdistanê û dewleta Kurdistanê ew projeya li ser hemû berjewwendiyên din re ye, ne ji bo aliyekê yan kesekî ye bo hemû kesan e.

Barzanî di dawiya peyama xwe de wiha got: Weke wefadariyek ji xwîna şehîdan û qorbaniyan û azarên gelê me re û di çarçoveya paşerojeke geş û aştiyane de bo parastina gelê Kurdistanê ji hereşeyê piştevanê serxwebûnê bin, li referandoma 25ê Îlonê dengê belê bo serxwebûnê bidin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi