April 20, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Çavdêrekî siyasî: Komela Îslamî xwe daye aliyê Îran û Malikî!

Çavdêrekî siyasî: Komela Îslamî xwe daye aliyê Îran û Malikî!

BasNews 

Çavdêrekî siyasî dibêje, Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) xwe ji partiyên îslamî yên Kurdistanê dûr kiriye û wê û Gorranê xwe dane aliyê Îran û Malikî!

Li gorî agaihyên BasNewsê, Komel dixwaze xwe ji partiyên îslamî yên Kurdistanê dûr bike û xwe nêzîkî Gorranê bike ku ji ber wefata Newşîrwan Mistefa, bê serok maye.

Parlamentera berê ya Komelê Sergul Qeredaxî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, partiyên îslamî xwedan rêça cuda ne û her yek bi awayekî xebat dike lê berjewendiyên hine kesan nahêle ew bibin yek.

Sergul Qeredaxî li ser nêzîkbûna Komel û Gorranê jî got, helbet mafê Komelê heye bi dilê xwe siyaset bike lê di warê îdolojî de ji Gorranê cuda ye. Di warê siyasî de helwesta wan nêzîkî hev e lê di warê îdolojî de dûrî hev in. Di nav Komelê de jî her kes li gel wê siyasetê nine hinek kes li dijî wê ne lê piranî dixwazin Komel û Gorran bi hev re hereket bikin.

Çavdêrê siyasî û pisporê îslama siyasî Soran Sêwkanî jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, Komela Îslamî wisa nîşan dide ku ji partiyên din yên îslamî, niştimanîtir û kurdtir e. Komel beriya niha piştgirî dida pirojeya dewletê lê niha 180 pileyan hatiye guhertin. Sebeba wê jî ew e ku xwe daye aliyê Îran û Nûrî Malikî, dibe ku li ser referandomê ferman jî dabin Komelê, nexwe çima ewqasî di medyaya xwe de êrişî referandomê dikin. Ev jî nîşan dide ku Malikî dixwaze bi Komelê bilîze.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi