March 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Ebadî bi geşbînî Koşka Spî bicîh hişt

Ebadî bi geşbînî Koşka Spî bicîh hişt

Rûdaw

Tenê beriya çend hefteyekê bû, ku Serokê nû yê Amerîkayê Trump biryar da vîzeya hemwelatiyên iraqî bê ragirtin. Herwiha Trump gotibû, ku divê Amerîka petrola Iraqê ji xwe re bibira.

Herçend Iraq ji lîsteya qedexekirina vîzeyan hate derxistin jî lê vê helwesta rêveberiya Trump Ebadî xistibû nav dudiliyê. Lewma nedizanî ka dê çawa pêşwaziya vê serokê ne asayî yê Amerîkayê bike û çawa ligel biaxive.

Encam: Ebadî niha ji pêwendiyên ligel rêveberiya Trump geşbîn e.

Roja duşemê (21-03-2017) demjimêr 3.00ê êvarê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Washingtonê ligel Donald Trump hevdîtin pêk anî.

Di desatpêka civînê de Trump ji Ebadî re got; “Ji ber çi Serok Obama ligel Îranê ew rêkeftin îmze kir. Ne ez û ne jî ti kesekê din ji vê rewşê fêm nake.”

Piştre herdu serokan dûrê çavên kamerayan hevdîtina xwe berdewam kirin.

Ebadî Koşka Spî zû bicîh hişt. Li gorî zanyariyên Rûdawê li Koşka Spî du civîn pêk hatin. Di civînekê de şanda ligel Ebadî jî amade bû lê ya din tenê Ebadî Trump bûn ku ew jî 35 xulekan ajot.

Ebadî di semîrerekê li Washingtonê de behsa hevdîtinê kir û da xuyand, ku erênî derbas bûye.

Heyder Ebadî got; “Bi baweriya min rêveberiya Trumo giringiyê didin pêwendiyên ligel Iraqê. Rola giring a Iraqê ya li herêmê nas dikin. Ez piştrast im, ku dê piştgiriya wan a ji bo Iraqê zêdetir jî be.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî derbarê naveroka civînê de ji Rûdawê re got; “Berjewendiyên Iraq û Amerîkayê hatine gotûbêjkirin. Herwiha piştgiriya ji bo şerê li dijî terorê, mijara kontrolkirina Mûsilê, herwiha pêwîstiya avadankirina vî bajarî bûne rojev.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, ku yek ji endamê şandê bû û nûnertiya Herêma Kurdistanê dikir, ji Rûdawê re got; “Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tîllerson pirsa wê yekê kir ka dê piştî rizgarkirina Mûsilê rewş çawa be. Herwiha amaje bi Herêma Kurdistanê jî kir.”

Ebadî bi birina nûnerekî kurd peyama yekgirtina Iraqê da rêveberiya nû ya Amerîkayê.

Wezîrê Berevaniya Iraqê Îrfan El-Hiyalî jî ragihand; “Pêşmerge beşekî giring ê sîstema berevaniya nîştîmanî ya Iraqê ye. Ligel hêzên Iraqî di heman cihî de şer dikin û serdikevin. Li heman cihî jî şehîd dibin.”

Ebadî û şanda pêre dê 3 rojên din jî li Washintonê bimînin. Biryare şanda Iraqê beşdarî civîna hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi