Wezîrê Derve yê yê Brîtanya cejna Newrozê li Barzanî pîroz dike
BasNews
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re rêkir, tê de bi helkefta cejna Newrozê pîrozbahiya Barzanî û gelê Newrozê.
Ev jî deqa nameyê ye:
“Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
Silavên min bo xwe, malbat û tevahiya gelê Kurdistana Iraqê qebûl bike.
Gelê Kurdistanê di sala borî de qehremaniyeke mezin di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da. Gelê Kurdistanê pêşwaziya hejmareke mezin koçberên navxwe kiriye.
Hêvîdar im di sala bê de pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistana Iraqê de kûrtir bikin. Gelek bîranînên min yên cie=wan di serdana min ya berê bo Hewlêrê di sala 2005an de hene. Hêvîdar im careke din vegerim serdana Hewlêrê bikim.
Bi hêviya Newrozeke dilrevîn û pir aştî û saleke serkeftî ji we re dixwazim. Îro sala nû ya Newrozê hatiye.”
Wezîrê Derve yê Şaneşîna Yekgirtî
Boris Johnson
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî