April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Jinên penaber serboriyên xwe li ser wêneyan xêzkirin

Jinên penaber serboriyên xwe li ser wêneyan xêzkirin

K24

Hin afredên ku ji ber şerê Surî berev Tirkiyê ve penaber bûne; ziyan û karîgeriya şer û herwiha keder û xeyalên xwe li ser wêneyan xêzkirin. Wêneyên ji aliyê hin afredên ku li Rihayê di nava kampekê de dijîn ve hatine xêzkirin; li Stenbolê bi rêya pêşangehekê bo hûnerhezan hatin pêşandan. Bi taybetî wêneyê ji aliyê afredeke 8 salî ve hatî xêzkirin rastî eleqeyeke mezin hat.

Wêneyên 22 afredên Kurd û Erebên ji Sûrî, yên ku temenê wan di navbera 8 û 30 salî de diguhere, li Stenbolê bi riya pêşangeheke bo hûnerhezan hatin pêşandan. Lê afredên penaber yên ku ev wêne xêzkirine ne li pêşangehêbûn. Şûna wan kreatoran wêneyên wan bo hûnerhezan şîrove kirin.

Kreator Îlknur Canpolat li ser pêşangehê wiha ji K24ê re axivî: “Di gel van hemû şer û aloziyan van afredan dîsa jî dest ji jiyanê bernedane û bo jiyaneke nû têkoşiya ne. Li vir gelek afred nizanin ka çi bi serê wan hatiye. Kesên ku hatin pêşangehê ne tenê li wêneyan dinêrin; di heman demê de ew zilma ku bi serê wan hatine jî hest dikin. Gelek jin, piştî ku ev wêne dîtin bî grî ji vê derê derketin.”

Afredên penaber di wêneyên xwe de ne tenê zirar û ziyana şer herwiha tûnd û tûjiya li dijî afredan jî xêzkirine. Bi taybetî jî wêneyê ji aliyê zarokeke 8 salî ve hatî xêzkirin, yê ku afredeke di destê zilamekî de wekî heps bûyî şîrove dike, ji aliyê hûnerhezan ve rastî eleqeyeke mezin hat.

Îlknur Canpolat got jî: “Di vî wêneyî de afredên temen mezin hatine xêzkirin û ev wêneyê ku neçariya wan şîrove dike gelekî gelekî hate ecibandin. Û ev wêneyê ku afredeke 8 salî xêz kiriye jî eleqeyeke mezin dît. Zarok laşê xwe vedişêre û li dora wê jî zilamên ku destdirêjiyê dikin hatine xêz kirin. Bi rastî jî ev wêne karîgeriyeke mezin li ser mirovî dike.”

Dahata ku ji pêşangehê dê were berhevkirin dê ji aliyê komeleya organîzator ve ji bo pêdiviyên penaberên Surî were mezaxtin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi