April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Şervaneka êzîdî ya berê ya PKKê: PKKê êzîdî didan kuştin paşê digot şehîdên me yên êzîdî jî heye!

Şervaneka êzîdî ya berê ya PKKê: PKKê êzîdî didan kuştin paşê digot şehîdên me yên êzîdî jî heye!

BasNews 

Keçeka êzîdî, ku tevlî PKKê bibû û vê dûmahîhkê ji PKKê veqetiyaye, dibêje, PKKê şervanên êzîdî dişan da da ku di şer de bên kuştin paşê bêjin “şehîdên me yên êzîdî jî hene!”

Şervaneka berê ya PKKê, ku keçeka êzîdî ye û xelkê devera Şingalê ye, li ser çawaniya cihêbûna xwe ji PKKê ji heftenameya Bas re axifiye û gotiye, ez û dayîka xwe û xûşka xwe li ser çiyayê Şingalê mijûlî jiyana xwe bûn, me pez xwedan dikir û jiyana xwe pê diborand. Rojekî 3 çekdarên PKKê hatin mala me û ez bi xwe re birim, çek dan destê min û ez kirim şervan. Min perwerdeya serbazî û hizrî dît. Ez sê caran şandim Qamişlo. Sîstema perwerdeya PKKê wisa li me kiribû ku êdî êzîdatî ji bîra me çûbû, malbat ji bîra me çûbû, hişê me hemû li ser PKKê û şer bû!

Wê keça êzîdî, ku nexwastiye navê wê û wêneya were belavkirin, her wiha gotiye, reftara wan li hember me tûj bû. Ez gelekî poşman im ku tevlî PKKê bûme. PKKê keçên êzîdî dişand şer û çekdarên biyanî nedixist nav şer. Wan keçên êzîdî dişan eniya pêş ya şer da ku bên kuştin paşê bêjin “şehîdên me yên êzîdî jî hene!” PKK tenê di xema berjewendiyên xwe de bû, ti tiştek bo êzîdiyan û êzîdatiyê nedikir.

Wê şervana berê ya PKKê daye xuyakirin ku keçên di nav PKKê de gelekî hez dikin vegerin malên xwe lê nikarin. PKKê gelek keçên êzîdî şandiye Qendîlê. PKKê gelek caran digot ku Şingal ya me ye û em ti carî dest ji Şingalê bernadin. Piraniya çekdarên PKKê yên li Şingalê, kurdên Tirkiyê bûn.

Wê keça êzîdî ragihandiye ku her gava çekdarên PKKê bidîtana keçek bi telefonê diaxife, ew wenda dikirin paşê digotin di şer de hatiye kuştin! Derdora 7 kesan jî li ber çavên wê birine û wenda kirine!

Li gorî gotinên wê keça êzîdî, PKKê wisa li keçan dikir ku êdî nekarin dest ji PKKê berdin. Hinek keçan digotin me bişînin Qendîlê em naxwazin vegerin mala xwe! Ti azadiyek nebû bo keçan bi taybet keçên êzîdî.

Ev wêneya ku hatiye belavkirin, wêneya wê keça êzîdî ye ku li ser daxwaza wê hatiye şêlûkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi