Êzidî û roja 25 septembra 2017 rêferanduma kurdistanê .
Hejar Midîr Dawud
25 septembrê 2017 roja biryara gelê kurd e ji bo serxwebûna kurdistanê , ev yek îro li civîna serokê kurdistanê Mesud Barzanî u partiyên kurdistanê de hate destnîşankirin .
Biryar ewe rêferandum li deverên derveyî desthilata Herêma Kurdistanê wek Şingal û kerkuk û Başîk û Bahzanê jî were encam dan.
Rojek dîrokî ye ji bi lî ku rojek bi cîkirna maf û heza gelên bin dest .
Lê li virde bûyerek din û giring heye ew jî Êzidî wê çi biryar bidin ? Bexda yan Hewler ?
Êzidîyên deverên şingal u Başîk u Bahzan u deverên derdora xetarê u berbinî u berkendî li deşta Neynewa – Musilê bila biryara xwe bidin yan kurdistan Yan jî bi Îraqê ra bimînin.
Min pê başe ku bêjin belê kurdistan û Ala pîroza kurdistanê deng bidin lê li dawî de biryar ya weye, divê bizanin biryarek dîrokî ye û nayê dûbare kirin û peristgeha Laliş û çîya yê Şingal ji hev neveqetînin û Êzidî ne bin parçe parçe, Sererayî ku di derheqa Êzidîyan de kêmasî û rewşek nalabar û perîşan heye lê her li dawî ji Kurdistanê bi ziman û kiltur û hebûna perstgeha Lalish û li ser axa xwe mafê xwe ji Kurdistan bixwazin .
Bi dîtina min di vê Mîrê Êzidîyan û civata Ruhanî û sîyasetmedarên Êzidîyan û Bingehê Laliş û kesatiyên Êzidîyan bi hevgirtî herin pêş û di gel serokê kurdistanê û partiyên kurdistanê bi civin ji bo yek dengî ya kurdên Êzidî li kurdistanê û darêtina pirojek nu û pilanek taze ji bo xizmetkirin û başkirna rewşa Êzidîyan li pêşerojê û her weha di vê Êzidî jî haydarê pêş hatên kurdistanê bibin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî