March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

PKK û Heşda Şeibî li Şingalê

PKK û Heşda Şeibî li Şingalê

Hêmin Ebdullah

Di dema operasyona Heşda Şeibî ya li başurê Şingalê de zanyariyeke balkêş eşkere bû, ku PKKê ji aliyekê ve hindek navçe ji bo Heşda Şeibî vala kiribûn û ji aliyekê din ve propaganda dikir û digot, ew li wê herêmê bûne dîwar da ku Heşda Şeibî derbasî nav axa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nebe.

Ev heman ew PKK ye, ku him hikûmeta Kurdistanê, him hikûmeta Iraqê û him jî hêzên hevpeymaniya navdewletî ji wan re gotiye, “divê hûn ji Şingalê vekişin” lê venekişiyane. Vêca pirs ev e; ji ber çi PKK nikare û naxwaze ji navçeyên bin kontrola pêşmerge derbikeve, lê weke ew bixwe dibêjin, di destê wan de ye, dixwazin û dikarin navçeyên bin destê Heşda Şeibî vala bikin?

Helwesta PKKê ya çend hefteyên derbasbûyî ya li Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê nîşana wê yekê ye, ku eger bi tektîkî jî be, di siyaseeta xwe de guhertinê dike. Dibe rastir be eger em bêjin, rûyê xwe dide Amerîkayê û pişta xwe dide Rûsya, Esed û Îranê.

Ew PKKê yê ku beriya 2 salan liser sînorê Rojhilat li hember pêşmergeyên Rojhilat şer dikir û ji wan navçeyan derdixist, di çend rojên derbasbûyî de li gel hêzên Îranê kete nav pevçûnê û wêneyê gerîlayên xwe yên şehîd jî belav kir.

 Asayîşa PYDê li Qamişloyê dîmenên civînekê parve kir, ku tê de behsa planeke Îran û Sûriyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê dihate kirin. Wezîrê Derve yê Rûsyayê bi rêya medyayê HSD ya di bin hejmûna PKKê de, bi wê yekê tawanbar dike, ku bi rêkeftin rê daye çekdarên DAIŞê da ku ji Reqayê derbikevin.

Amerîka jî bi eşkere radigihîne, ku çekên wan gihitşine destê hêzên YPGê û di heman demê de dizane ev hêz dirêjeyekî PKKê ye.

Lê di vê navberê de li Şingalê fermandarekî YBŞê ya ser bi PKKê ve eşkere dike, ku wan hinek navçeyên kurdên êzidî bi daxwaza xwe radestê Heşda Şeibî kirine. Li Şingalê berpirsekî din ê YBŞê dibêje, hebûna wan a li vê navçeyê dibe asteng ku Heşda Şeibî nekare here nav axa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Vêca ji vê jî balkêşir, daxûyaniya Serokwezîrê Tirkiyê ye, bêyî acizî û nîgeranî eşkere dike, ku Amerîkayê derbarê hemû hûrgûliyên operasyona Reqayê, ku bi hemahengiya ligel HSD ya bin hejmûna PKKê de dike, Tirkiye agahdar kiriye.

Şiroveyeke nêzîkî rastiyê ya ji bo vê guhertinê ew e, ku PKK bi şêweyekî taktîkî biryar dabe xwe ji PYD, YPG û HSDê bêber bike. Bi vî awayî destê Amerîkayê xweş bike da ku li Sûriyê navçeyekî cihê nifûza xwe çêbike. Di rewşeke wiha de him Amerîka û him jî PKK qezenc dike, him jî nîgeraniya Tirkiyê ya li hember Rojavayê Kurdistanê kêmtir dibe. Bi vî awayî PKK destkeftiyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê nake destmalek, ku piştî şerê DAIŞê, Şam, Tehran û Moskow bikarin jê bistînin.

Dibe heman hizra taktîkî we kiribe, ku PKK hewlbide li Şingalê xwe wisa nîlan bide, ku qaşo li hember belavbûna Heşda Şeibî bûye dîwarek. Tê zanîn, ku Amerîka û Tirkiye ji vê pêşveçûna Heşda Şeibî nerazî ne. Lê heman ew PKK ye ku naxwaze ligel Hdaş Şeibî tûşê şer û pevçûnan be û dizane, ku Heşda Şeibî ne weke pêşmerge ye, ti îtîbareke wan a neteweyî û nîştîmanî nîne da ku rêya wan bigre, nehêle ew hêzeke ne iraqî ji navçeyê derbixin.

Ji alyekê din ve şerê hebûn û nifûza PKKê ya li vê herêmê li hember PDKê ye, ne li dijî Heşda Şeibî. Dibe ev yek jî zelal bike, ka ji ber çi PKKê hêzên xwe ji çend gundan ji bo Heşda Şeibî vekişand lê ji herêmên bin kotrola pêşmerge venakişe.  Diyare zirara wan kêmtir e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi