March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Abit Gûrses: Bêgûman şerê Kurd bi Kurda ra nebaş e, malwêranî ye

Abit Gûrses: Bêgûman şerê Kurd bi Kurda ra nebaş e, malwêranî ye

Abit Gûrses\ haty veguhastin ji malpera K24

Tiştên ku PKK li Şingalê dike çi ye?

Ma karê PKK, hebûna çekdarên PKK li Şingalê xizmeta çi dike?

Li Şingalê kanton avakirin û girêdayîna vê  bi dewleta Iraqê ra çima bûye armanca PKK?

Ji hikûmeta Iraqê maaş wergirtin, bi Heşdî Şeebî ra hevkarî kirin berjewendiya Kurdan e?

20 hezar pêşmerge bi dayîna sedan şehîd û birîndaran Şingalê ji DAIŞ rizgar kir ku teslîmê PKK bike?

Kurdistana Başûr dê ber bi serxwebûnê va gavên dîrokî ku qedera milletê Kurd aleqeder dike biavêje, ma erk û wazifeyên hemû hêzên Kurdî ne alîkarîkirina vê prosesê ye?

Baş e, PKK di vî warî de rolekî çava dileyize?

Qasê ku PKK îhtirama dewleta Iranê, Suriye û Iraqê digre, ji sedî deh jî îhtîrama Hikûmeta Kurdistanê digre yan na?

“Zap Cumhuriyeti!”

“Botan Behdînan cumhuriyeti”

Çi lê hat?

PKK li Bakûrê Kurdistanê gundekî yan mezrayekî rizgar kiriye ku dixwazê Şingalê ji Hikûmeta Kurdistanê veqetîne, bi Hikûmeta Iraqê va girê bide?

Li hember (li dij) derketina serxwebûna Başûrê Kurdistanê  çima PKK  ji xwe ra kiriye armanc?

Ê ku dibêjin bila Kurd şerê hev nekin, rast dibêjin…

Lê PKK çi dike?

Hikûmeta Kurdistanê bi devê Serokwezîr û berpirsên dî bi gellek caran gotin, “divê çekdarên PKK bi xweşî ji Şingalê derkevin”

Bersiva wan çi bû?

Heqê kesek yan hêzek heye ku Hikûmeta Kurdistanê ra bejin, Şingalê teslîmê çekdarên PKK bikin?

Divê çekdarên PKK, navenda PKK ihtîrama biryarên Hikûmeta Kurdistanê bigre!…

Wek prensìp li hember derketina şerê birakûjì vatiniya her Kurdekî/ê welatparêz e;

Her wuha destnîşankirina şerfiroşî, provakasyon û têkdana gava serxwebûnê jî helwestek Kurdewarî ye!

Mesele Şingalê de PKK neheq e!

Divê PKK nebe sebeb ku xwîna pêşmerge û gerîlla bê rijandin!

Helbet dewleta Iran, Tirkiye, Iraqê kurtasî dijminê Kurdan dixwazin Kurd şerê hev bikin, lê pêkneanîna daxwazên dijmin, ji pûçkirina planên wan ra helwestekî Kurdewarî divê…

Gelo PKK dikare di gel girêdanên xwe helwestekî Kurdperweranê deynê, ji bo Başûr bibe alîkar, ne problem, ne arqele (kosp)!?…

Ev îhtimal qels e!

Beriya herkesî divê kadro û çekdarên PKK baş bizanibin; prosesa serxwebûna Kurdistana Başûr têk here, PKK jî hêzen din jî av av diçin!

Ji bona wê, vê carê ne weku caran e!

Di vê merhaleyê qederî (çareniwîs) de erk ú wazifeyê her kesî girantir bûye…

Bi raya min îro mesele edî ji PKK, PDK, YNK, Gorran ûhwd bihurtiye; mesele bûye serxwebûnxwaz û nexwazan!

Iradeya serxwebûna Başûr bivê nevê divê kosp, erqele (engel)yên ku derkevin ser riya serxwebûnê paqij bike!

Em hêvîdar in ku nebe, inşallah nabê jî lê eger hat neçar man belkî xwîna xwe jî bidin rijandin xwîna Kurdên dij bi serxwebûnê jî birijìnin!

Hebûna çekdarên PKK li Şingalê ne meselekî biçûk e.

Dîsa jî hêviya gellek Kurdperweran ew e ku ev problem bê xwîn rijandin bê çareserkirin…

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi