March 16, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Amer Çelik: Mîrgeh,hoz-eşîrên Kurdên Êzidî

Mîrgeh,hoz-eşîrên
Kurdên Êzidî
„ Mîrgeha Botan“

Amer Çelik

Di dîrokê de kurdên Êzidî jî wekî meletên cîhanê hoz û eşîrên wan Mîrgha li ser xaka welatê xwe Kurdistan damizrandine wekî Mîrgeha Botanê, Mîrgeha Heleb û kilisê-al-Qisêr, Şêxan û Şingal , Mîrgeha Dasin-Bahdînan. Her weha Mîrgeha Zerza, Eziyan,Carcom,Mîrgeha Şam û Terabilus û hinek din.
Emê di vê xeleka yekem de li ser hoz-eşîrên kurdên Êzidî û damizrandine Mîrgeha Botanê û Qelbê bihûnin .

Dîroka Mîrgeha Botan;
Heta roja îro jî hîn nekokî û cudayî di navbera dîrokzan, lêkolînvanan bi xwe de li ser dîroka û damezrandine vê Mîrgehê de peyde dibin. Bi rastî piraniya lêkolînvanên kurdin yên ku di lêkolînên xwe de navê Êzidiyan behs nakin û gelek caran ewin yên wan nekokiyan di eferînin. Belê ewin yên ku dîroka kurdatiyê ji rêka rastiyê derxistine û di gola nezaniyê û şaşiyan de melevaniyê dikin. Helbet ez bi xwe jî nizanim sedem cine..?! Lê ya baş ewe ku piraniye lêkolîninanan dibêjin ku Sulêman Xalid ku bi navê eşîra xwe Xaltî(Eşîra Xaltan) hatibû bi nav kirin. Ew li ser ola Êzidiyatiyê bû û ewbû yê yekem fermandarê Mîrgeha Botanê. Ev Sulêmanî sê zaro(Zarok) ji bo fermandariya Botanê li du xwe hiştibûn. Emîr Ezedîn, Emîr Evdal û Emîr Bedir.

Heger em li jêndariya Bedlîsî (Şeref-name) tev bigerin Bedlîsî di Şerfnamê de dibêje ku Mîrgeha Botanê di çerxê çardehan(14) de hatiye damezrandin û Emîr Ezedîn bin Sulêman fermandarê duwamîn bû ew Ezedîn di ala 1394 z de diçe Mêrdîn ê ba Teymûr Leng û di dawiya çerxê 14an de Mîrgeha Botan hatiye damezirandin. Demelocî jî dibêje ku bingeha malbata Sulêman Xalid , ne weka hinek kurd dibêji ku ji malbata Xalid ibin Welîd de!?… Belê Fermandar Sulêman ji bine malbateke ji eşîra xaltiye (Xaltî) bû, ku heta roja îro jî hîn hinek ji vê eşîrê li ser ola xwe mane (Êzidî) û li der û dorên Batmanê piraniyê wan bi cih dibin. Bi rastî ev eşîr li sê perçê Kurdistan têne dîtin.

Hinek ji Kurdan fermandarê Mîrgeha Botanê yê yekem Sulêman ku ji eşîra Xaltaniyê bû û bi navê Sulêman Xaltî hatiye nasîn ewan kurdan ev fermandar bi navê Sulêman Xalid ibin Welîd dane nasîn!?… Xwedê giravî ew fermandar Sulêman Muslimane û ji binemalbata Xelîfa Islamî Xalid ibin Welîd de!!?…Bi rastî ne demelocî tenê vê gotine han dibêje belê bi dehê lêkolînvanan ev gotin gotine(Xaldî ji gotine eşîra xaltaniyê hatiye) tu girêdana vî fermandarî bi Xalid ibin Welîd Islamî ve tune û ne raste.

Bedlîsî dibêje ku gotine Botanê ji Bextî-Bextan ku ji gotine eşîreke kurd(Xaltan-Xaltî) hatiye dîtin. Paşê bû Behtan, Buhtan û Botan. Ku ev eşîr mêr û mêrxasbûn . Tê gotin ku ev eşîr li çerxê şeşan de B.z di vê herêmê de akincî bûne û ji çelengî û mêrxasiya wan herdem, ev eşîr fermandr bûne. Her weha em dibînin ku gelek eşîrên Kurdan di bin fermanderiya Mîrgeha Botanê de jiyane wekî Bohtiye(Bextiye, Xaltaniyê(Xaltî) Birozî, Şîldî, Birke Çêlka, Donbelî , Fokî ,Mehmûdî,Şêx-Biznî Bilane, Masekî ,Şêrwanî,Bîkan Meman Hesinan . her weha piraniye van eşîran ji eşîrên kurdên Êzidîne. Hinek ji hoz û eşîrên Mîrgha Botan hebûn ku ji wan re digotin eşîrên Koçer ku havîna diçûne Zozanan û zivistan vedigeriyan der û dorên cemê Botanê wekî eşîra Dawidiyan, Duderan,Mîran Elîkan Soran û Gergeriyan, Xêrikan Musa û Reşan. Dr.Ednan Ferhan behsa çend eşîrên din Êzîdî li wan eşîran zêde dike, weke eşîra Zekziyan, Barazî, Zîlanî Banokî,Hewêrî, Bociyan ku di baweriye min de ev eşîr navê wê Baciniyan-Bacinî ku di demekê fermandariya dewleta Heskîfê(kurdî) kirine. Di baweriye min de Bacinî ne ji êla Çêlkan bun, pişitî Heskîf ji destê wan derketiye hatine herêma Torê û tevlî Çêlkan bune. Eşîra Bisiyan ku Dr,Ednan Ferhan dibêje; ku bi arîkariye vê eşîrê(Bisiyan) Mîrgeha Botanê hatiye damizrandin. Ferhan pêde diçe û dibêja ku Ellî Xêrî Beg Gelha Meya-Farqîn standibû. Evî Ellî Xêrî bi arîkariye fermanderiyê Mîrgeha Qelb Şawled Beg Mîrgeha Botan û Qelb damizrandin. Hêja Ferhan dibêje ku evê Mîrgehê bi serkêşiya fermandar Elli Xêrî Beg û Şawled Beg 13 salan domand. Piştî mirina Şawled Beg zaroyên wî di cihê wî de di serkêşiya Mîrgeha Qelb de serkêşî kirin.

Paşê serkêşiya Mîrgeha Botanê jî zaroyên Ellî Beg ku Mezinên eşîra Bisiyan bun serkêşiya Mîrgehê kirine heta sala 1594an z paşê neviyê Şawled Beg Zeyînal Beg danîn Emîrê Mîrgeha Qelb. Li vir Bedilîsî di sekine û ti agehdariyê din di şerefnamê de nademe.

Di hinek rûpelên dîrokê tê gotin ku ev Mîrgeha Botanê berferha dibe heta ku warên kurdên Êzidî bi hevra girêdide. Girêdan herêmên Êzidiyan Rojhilat û Rojava, rojhilatî bakur û başur û çemê Botanê ,Cejîrê Amedê heya xwe dighîne Zaxo û kaniya Êzidîxanê Mîrgeha Şêxanê bi heve girê dide.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi