March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hebandina ruh (Ruhparêzî)

Hebandina ruh (Ruhparêzî) 

Me di 63 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane
Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê beşa pêşin a berhema êtnografê kurdî pêşin Emînê Evdal a bi sernivîsa ”Hebandina ruh (Ruhparêzî)” raberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî
Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê bona çapê amade ye
Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl Ji nimûneyên zargotina me – 64 Ruhê nemir û emirê li wê dinê Bal êzdîyan ruh mîna mûyekî ye tiştekî nebînayî ye, ku dikare ji canê merivan derkeve û carek din bikeve canê wan
Gorî dîndaran, ew yek di xewnê da jî dibe, dema ruh ji canê merivan derdikeve, li cihanê digere û carek din vedigere cîyê xwe yê berê, ango canê merivan
Kurdên êzdî ser wê bawerîyê ne, ku di canê merivan da tenê ruhek heye
Gorî bawerîyên kurdên êzdî alan ew dengê wan ruhan in, ku xwe di nav keviran da, zinaran da, darsitanan da û çiyan da veşartine Gorî wana ruh emir dide merivan, heywanan, teyredeyan, hêşinayê û bi serê xwe ye, tu eleqê wî bi canê merivan va tuneye, ew him di wextê xewê, him jî piştî mirinê ji canê merivan dertê
Gorî êzdîyan wextê mirinê Ezrayîlê ruhistîn ruh ji can derdixe
Gorî şêxên êzdîyan piştî ku ruhê merivan ji can dertê, dikare derbazî nava canê terewilan, nava hêşinayê be û Ezrayîl biryar dide ka ew ruh wê here buhuştê, an dojehê
Ew yek, ku ruh bi destî Ezrayîl ji canê merivan dertê û hildiqoşe ezmanan, di qewilên êzdîyan da jî hene Di wan da tê gotinê: „Rojek ji rojan e Mûsa20 kurê Amrîan e Axir Ezrayîl lê bû mêvan e: -Were ji min bixweze, te çi xizmet e Min te kişandîye hêrat e
Ezrayîl go: -Ezê ruhê te bikişînim“21
Ev bawerî bal êzdîyan wisa xurt bû, ku wexta nexweşê ber mirinê ruhê xwe dida, ber wî tu kesî deng nedikir, ku ruh bi destî Ezrayîl bi awayekî hêsa ji qelbê nexweş derkeve
Tenê pey mirinê ra hazir bi dengê bilind û bi qareqar dikirin hewar û gazî, digirîyan, ji ber ku gorî êzdîyan Ezrayîl îdî ruhê wî ji canê wî derxistibû, biribû
Gava piştî mirinê çevên merivê rehmetlêbûyî vekirî diman, êzdîyan bawer dikir, ku ruhê wî hela ji dinyayê têr nebûye
Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku di dema çelkirinê jî ruh ser demekê dîsa dikeve canê rehmetî, paşê ji meytê wî dertê û hildifire ezmanan
Ruh dema ji devê mêriv dertê, dora meytê xwe digere22
Piştî çelkirinê ra, gava mirî serê xwe bilind dike, dixweze bi hewarîyan ra vegere mal, teze pê dihese, ku yê mirî ew bi xwe ye, û wî çaxî Ezrayîl careke din ruhê wî qewz dike û hildifirîne ezmanan an jî dibe dinya tarî
Ruh tenê bi destî Ezrayîl dikare bê veger ji canê merivan derkeve
Ezrayîl ejdahakî wisan e, ku meriv jê ditirse, neynikê tilîyên wî dirêj û tûj, çevên wî beloqî, pişta wî zirav, bejina wî bilind e
Gorî merivên sere gava ew ser serê merivê ber mirinê disekine, evê te li wî dinihêre û destxweda ji zar û ziman dikeve, bi xwe va diçe, dixeriqe
2016 by  Gorî êzdîyan sawa Ezrayîl li ser wan merîyan pir e, yên ku gunehkarî kirine
Di qewileke êzdîyan da bi zarê kesê mirî tê gotinê: „Yek ser min ra sekinîye Çeva weke tas in Neynika weke das in Deste risas in Xwezîya min wî ruhî Bê sûcî, bê binûs e”23
Gorî êzdîyan Ezrayîl melekê ruhistîn e
Alîkarên wî jî hene: Cibrahîl, Ezrafîl û Mikaîl, ku bi fermana Ezrayîl ruh dibine dinya tarî, an jî dibine ezmanan
Melekê ruhistîn yê vî awayî bal yûnanan jî heye, ku Hadês alîkarekî melekê ruhistîn e24
Derheqa Melekê ruhistîn da bawerîke wisa di nav bawermendîyên ermenîyan da jî heye25
Bi vî awayî, gorî Xwedênasên êzdîyan meriv, heywan û hemû ruhber xwedî ruh in, ku ser demekê di canê wan da dijîn, lê piştî mirinê jê dûr dikevin, diçine dinya dinê, bona heta-hetê bijîn
Di bawermendîyên kurdan û gelek miletên dinyayê da fikira ku ruh namire, wisa tê şirovekirinê, ku ew qedereke wisa ye, ku meriv nikare jê derbaz be, qebûl neke
Ewana wisa jî li ser wê bawerîyê bûn, ku piştî mirina merivan, ne her tişt winda dibe, ango ew tam namire
Ango, ruhê wî rehmanî ye, lê canê wî gorî kurdan tiştekî bê qîmet e
Eva fikreke derheqa fêmkirina cihanê da ne, ango derheqa „dinya ronik“ da ne, ku bi sedsalan, heta îro jî berdewam e
Gorî êzdîyan piştî ku ruh ji qelbê xwe dertê, bona wî jîyaneke nû destpê dibe
Gorî êzdîyan ruhê merivan, ku navê wî xwedêgiravî di lîsteya Xwedê da nivîsar e, bi rêberîya Ezrayîl û bi alîkarîya komekdarên wî hildifire ezmanan, an jî dikeve binê erdê
Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku ruhê kesê rehmetlêbûyî tenê di bin erdê da dikare rehetîya xwe bibîne, lema jî meytê mirî çel dikin
Dema meyt teslîmî xwelîyê dikin, gerekê hemû qeyde û qanûnên dînî bêne parastinê, bona yê mirî di dinya dinê da ji haziran razî be
Derheqa rehetîya can û ruh da di nava bawermendîyên ermenîyan da jî hene
Ermenî pir caran li ser kevirê mezel dinivîsandin: „Li vir rehetîya te ye“ û bi wê yekê va didan xuyakirin, ku li vir can an jî ruhê wî kesî rehet dibe
Gorî êzdîyan, ruhên ku li buhuştê an jî li dojehê ne, diçine seredana hevdu, derheqa bextewarî an jî bextreşîya xwe da xeber didin
Ewana jî rojê û tarîyê dibînin, haya wan ji evînê û xirabîyê heye, zanin têrbûn û birçîbûn, serma û germ, qûmistan û warên şînkayî, behr û erd û tiştên din çi ne, ango ew her tişt zanin û texmîn dikin, çi ku merivên zêndî
Dojeh wek hebisan e
Wek ku di „dinya ronik“ da meriv ji girtîyên xwe ra xurek û vexwerin dibin, wisa jî di „dinya tarî“ da (li ezmanan, an jî di binê erdê) ruh alî wan kesan dikin, ku li dojehê dizêrin
Ewana para xwe distînin, eger qewim û pismamên wan li vê dinyayê nanê mirîyan derdixin, nan û xwerin di nav kesîb û feqîran da bela dikin
Fikira dinya tarî û wargehê jîyana mirîyan gelekî baş di hikyata kurdan ya „Gulperî“ da hatîye nitirandinê
Mêrxasê hikyatê Mîrze Mehmûd guh nade şîretê yekî sêrbaz, bona Gulperîya hizkirî ji ecêbeke giran xilaz bike, gerekê li ser xoyeke sipî rûnişta, bi şaşîtî li ser ya reş rûdinê
Xoy wî dibe ber perê ezmanan, qatê heftan, ango dibe binê erdê, dinya tarî
Mîrze Mehmûd bi hêz û qewata batinî ya teyrê sîmir ji dinya tarî derdikeve dinya ronik
Derheqa ruh û dinya piştî mirinê da em bal yûnanan (huruman), romîyan, ermenîyan, ereban, almanan û gelek miletên mayîn dibînin
„Ruhê merivê di şêr da şehîdbûyî, gorî yûnanan, romîyan û almanan, horî melek datînine ser hespê mirazan û dibine nava dinya ruhberan“26
Xwesma musulman gelekî bawerîya xwe bi dinya pey mirinê ra tînin û gorî wan dinya li ser erdê „lîstik û henek e“27
Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku ruhê kesê mirî dikare neçe ezmanan, lê di gorê da, di binê erdê da be, paşê ew ruh derdikeve, dikeve nava heywanan, bengzê wan wardigire, dibe Reşê şevê û li ser erdê dijî
Gorî êzdîyên navsere gerekê şev rex mezelan ra derbaz nebin, ji ber ku ruh li wan deran rehet dibin, ewana dikarin hişyar bibin, hêrsa xwe rakin, zirarê bidine haziran an jî bi qelbê heywanan ji mezel derkevin û merivan bitirsînin û paşê vegerine warê xwe
Bawerîyeke wisa bal eşîreteke Amêrîka Bakur jî heye28
Derheqa wê yekê da, ku erd û mezel dibine warê ruhê merivan û ruh ji mezel dertê, dibe heywan û di nav me da digere bal kurd û ermenîyên Dêrsimê jî heye
„Merivê mirî piştî mirinê careke din tê dinyayê, vê carê wek heywan, ango di şikilê heywanan va, ew dikarin bi şikilê teyredeyan, minminîkan, mêşan û mûrîyan jî bin
Ango, ruh ji heywanekî derbazî heywanekî din dibe û heta hetayê dijî û ji wî mûyek jî kêm nabe, ji ber ku ewê ber dada mezin bisekine bona bersîvê bide seba karên qenc û xirab kirî“29

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi