“Bexda newêre jenosîda ku hatiye serê êzîdiyan, qebûl bike!”
BasNews
Berpirsê karûbarên êzîdiyan li nav hikûmeta Kurdistanê de, Xeyrî Bozanî dibêje, hikûmet û parlamentoya Iraqê ditirsin jenosîd û komkujiya êzîdiyan bi fermî qebûl bikin.
Berpirsê karûbarên êzîdiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarîn Ayînî ya Kurdistanê, Xeyrî Bozanî ji BasNewsê re got, gelek dewlet û parlamentoyên cîhanê qebûl kirine ku ew belayên ku DAIŞê bi ser kurdên êzîdî de anîne, jenosîd e lê mixabin heta niha hikûmet û parlamentoya Iraqê li hember vê yekê bêdeng in û naxwazin qebûl bikin ewa ku hatiye serê êzîdiyan, jenosîd e.
Xeyrî Bozanî anî ziman ku Bexda ditirse wê yekê û got, ew ditirsin qebûl bikin ku jenosîd hatiye serê êzîdiyan ji ber ku ew dizanin eger qebûl bikin divê hinek kesan li ser vê dosyê ceza bikin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî