March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

ŞINGAL- 37 kes bi awayekî nediyar hatine kuştin

ŞINGAL- 37 kes bi awayekî nediyar hatine kuştin

Şingal (Rûdaw)

Di nav salek û nîv de li navçeya Şingalê 37 kes bi êrişên kiryar nediyar hatin kuştin û 7 ji wan pêşmerge ne.

Piştî ku Şingal ji aliyê Pêşmerge ve ji destê DAIŞê hate rizgarkirin, li Şingalê û li derdora wê di nav salek û nîv de 7 ji wan pêşmerge, 37 kes ji ber êrişên kiryar nediyar, bûn qurbanî.

Du kurên welatiya bi navê Narî Qasim pêşmerge ne û kurekî wê bûye qurbanî. Narî Qasim dibêje, ku kurê wî di telefonê de ji birayê xwe re gotiye ewê here ba wî û beriya ku bigihîje cem birayê xwe, hatiye kuştin.

Hadî Hîzard ku kurê Narî Qasim e ji Rûdawê re ragihand, ku ji bo alîkariyê telefona birayê xwe kiriye û gotiye “were ba me” lê di rê de ji aliyê hin kesên nediyar ve hatiye kuştin.

Ji êrişên kiryar nediyar, 10 êriş li nahiyeya Sinûneyê û erişên din jî li Şingalê hatine kirin.

Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Nayîf Seydo ji Rûdawê re ragihand, li ser van êrişan lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Nayîf Seydo herwiha diyar kir, ku bi Hêzên Asayîşê axivîne û daxwaz kirine, ku tawanbar werin dîtin, lê di çarçoveya lêpirsînan de hêj ti encam bi dest neketiye.

Welatiyên ku bûne qurbaniyên êrişên kiryar nediyar, 7 ji wan pêşmege ne û 30 jî sivîl in. Di nav qurbaniyan de jin û zarok jî hene.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi