April 25, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nûnerê kurdên êzdî: Pêkanîna referandomê li Şingalê hêviyeke nû dide kurdên êzdî!

Nûnerê kurdên êzdî: Pêkanîna referandomê li Şingalê hêviyeke nû dide kurdên êzdî!

BasNews

 Nûnerê kurdên êzdî li parlamentoya Kurdistanê amaje bi vê yeke dike ku biryara pêkanîna referandomê li navçeyên dervey rêveberiya herêma Kurdistanê hêviyek mezin di  kurdên êzdî de geş kir.

Nûnerê kurdên êzdî li parlamentoya Kurdistanê Şêx Şamo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kurdên êzdî li gel referandom û serxwebûna Kurdistanê ne, ji ber referandom mifte ango kilîla çareseriya êş û xemên kurdên êzdî ye, kurdên êzdî xwe ji zulim, karesat, qirkirin û fermanan bi dengdana serxwebûna Kurdistanê ve dikarin rizgar bikin.’’

Nûnerê kurdên êzdî got: ‘’Naha ew dem hatiye ku xelk hişyar bibe û dengê belê ango erê bi referandomê de bikarbîne, ji ber dijminan planên xwe bihêztir kirine, bi taybet li wan navçeyên ku kurdên êzdî lê ne û bi taybet jî li Şingalê. Ji ber vê jî pêwîste kurdên êzdî agahdarê vê plana dijminan bin, bizanin ku Malikî di karesata Şingalê de çikir û naha çi dixwaze bike.’’

Şêx Şamo got: ‘’Ew grub û aliyên derve bo têkdana rewşa kurdên êzdî hatine Şingalê, pêwîste behs li çarenivîsa kurdên êzdî nekin, ji ber ew grub û aliyên dijî xelkê wan navçeyan û berjewendiyên kurdên êzdî naxwazin, ji ber vê divê xelkê wan deveran hişyar bin û di referandomê de biryar li ser çarenivîsa xwe bidin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi