March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Civata Rûhanî ya Êzidî bo PKKê: Ji Şingalê dûr bikevin

Civata Rûhanî ya Êzidî bo PKKê: Ji Şingalê dûr bikevin

Rûdaw

Civata Rûhanî ya Êzidî dilgiraniya xwe li hember bombebarana Çiyayê Şingalê ji aliyê Tirkiyê ve ragihand û daxwaz ji hêzên ser bi PKK kir, ku jiyana xelkê Kurdistanê û Şingalê li ber çav bigirin.

 

Hadî Babe Şêx birayê Serokê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî, Babe Şêx li ser rewşa Şingalê û bombebarana Çiyayê Şingalê ji aliyê firokeyên Artêşa Tirkiyê ve helwesta wî aşkere kir.

 

Hadî Babe Şêx weke nûnerê Serokê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku Babe Şêx li hember êrişa Tirkiyê bo ser Çiyayê Şingalê dilgiran e.

 

Hadî Babe Şêx got: “Em dilgiranin bi çêbûna bûyereke wiha, ku êrişî ser devera Şingalê hate kirin, weke beşek ji Kurdistanê.”

 

Hadî Babe Şêx da xuyakirin: “Mixabin di vê bûyerê de çend pêşmerge şehîd bûn, em ji Xwedayê mezin dixwazin ku rehma xwe li wan bike, û ewên ku birîndar jî bûne, em şîfayê ji wan re dixwazin.”

 

Nûnerê Serokê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî li ser navê wî kesatiyê olî yê mezin ê Kurdên Êzidî peyamek arasteyê hêzên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Şingalê û Çiyayê Şingalê dike û dibêje: “Peyama me ji bo wan hêzan e, ku li wê derê ne, bila jiyana xelkê Kurdistanê û xelkê deverê li ber çav bigirin, û tenê di hizra berjewedniya partiya xwe û berjewendiya siyasî ya xwe de nebin, ku bi sedema wê yekê tenê xelkê Şingalê zirarên dibînin.”

 

Hadî Babe Şêx herwiha hêvî dike, ku “hêzên ser bi PKKê ji deverên Şingalê dûr bikevin û nebin sedem ku êş û kuştinek zêdetir were serê xelkê Şingalê.”

 

Îro danê sibehî firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê êrişî Çiyayê Şingalê kirin û çend cih bombebaran kirin. Firokeyên Tirkiyê baregehên ser bi PKKê yên li Çiyayê Şingalê dane ber bombeyan, lê belê mûşeka dawîn ber baregeheke Hêza Pêşmerge li vê deverê ket. Di encama bombebarana Çiyayê Şingalê de, 5 pêşmerge û şervanekî jiyana xwe ji dest dan û 9 pêşmerge û 5 şervan jî birîndar bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi