March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Baba Şêx di “Roja Çarşema Sor” de:Em daxwaza azadkirina Êzdiyên revandî û navçeyên xwe dikim

Baba Şêx di “Roja Çarşema Sor” de:Em daxwaza azadkirina Êzdiyên revandî û navçeyên xwe dikim

BasNews

Bi helkefta sala nû ya Kurdên Êzdî Baba Şêx daxwaza azadkirina Êzdiyên revandî, herwiha rizgakirina navçeyên xwe ku, heta niha beşek ji wan di bin destê DAIŞê de ne.

Serokê Encûmena Rohanî ya Kurdên Êzdî û merceiya bilin a Êzdiyan Baba Şêx li gel hezaran welatiyên Êzdî cenja serê sala nû “Çarşema Sor” serdana perestgeha Laleşê kir, û beşdariya merasîma wê cejnê kir.

Di daxuyaniyeke taybet de bo rojnameya “Bas” Baba Şêx ragehand ku, îro Çarşemê 19.04.2017 cejna Çarşema Sore ya Êzdiyan e, pîrozbahiya hemû Êzdiyan dikim û ji wan dixwezim ku, rijbin li ser bidestgirtin li ser xak û pîroziyên xwe.

Herwiha Serokê Encûmena Rohanî û merceiya bilin a Êzdiyan Baba Şêx got jî ku, ew hêvîdike hemû revandiyên Kurdên Êzdî vegerin nav malbatên xwe.Di heman demê de daxwaza rizgarkirina hemû navçeyên Êzdiyan kir ku, heta niha ji alyê DAIŞê ve dagîrkirîne.

Serokê Encûmena Rohanî û merceiya bilin a Êzdiyan Baba Şêx di vê roja pîroz de aştî û aramî û birayetî bo wan navçeyan veger û xêr û xweşî li nav hemû gelan belav bibe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi