March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

PKKê 250 keç û kurên êzdî birine Qendîlê

PKKê 250 keç û kurên êzdî birine Qendîlê

BasNews

 Rêveberê asayîşa Şingalê radigehîne, PKK bêhtirî 250 ciwanên keç û kur ên Şingalê ku kiribûn çekdarên xwe rêkirine Qendîlê, hin ji wan jî ew kesin ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve di karesata Şingalê de hatibûn revandin, piştre PKKê ew kiribûn çekdarên xwe û birine bo Qendîlê.

Rêveberê asayîşa Şingalê Qasim Simo ji rojnameya Bas re ragehand: ‘’PKK, dema revandiyên êzdî li Sûriyê rizgar dibin, bi taybet zarokan nahêlin ew kesên rizgarbûyî vegerin nav kesûkarên xwe, wan vediguhêzin bo Qendîlê û bê ku kesûkarên wan agahdar bibin ka rizgar bûne yan na û razîne wan bibin an na wan dibin.’’

Qasim Simo ragehand: ‘’Ew keç û zarokên ji destê DAIŞê rizgar dibin û dikevine navçeyên bin desthilata PKKê li Sûriyê, PKK bê ku wan nîşanî kesûkarên wan bide, çek dide wan û wan ber bi Qendîlê ve dibe, pêwîste PKK dest ji wî karî berde û rêz li biryarên xelkê Şingalê û civata ruhanî û êzdiyan bigre û Şingalê vala bike.’’

Nûnerê xelkê Şingalê li encûmena parêzgeha Nînowa Xidir Elyas jî ji Bas re ragehand: ‘’Şingalî baweriya wan bi PKKê nemaye, naha 37 hezar kesên êzdî li Xanesor ji ber PKKê nikarin vegerin ser mal û halên xwe, ew ciwanên ku li Şingalê bûne PKK yî, naha rojane hejmareke zêde rêzên PKKê direvin û dibin Pêşmerge.’’

Xidir Elyas got: ‘’PKK cîha ku bi hizire Şingalê ava bike, tê aloz dike û binpêkirinên zêdetir bo wêrankirina Şingalê dike, PKKê wargeha herî mezin a êzdiyên Şingalê dagir kiriye, xelk li Xanesorê nikare vegere ser mal û halên xwe, ji ber gef û metirsiyên PKKê.’’

Herwaha got: ‘’Reftarên ne şirîn ên PKKê li Şingalê xelkê Şingalê gelek dilgiran kiriye, mixabin PKKê bawerî bi demokrasiyê nîne û kar bo dagirkirina Şingalê û ava kirina aloziyan li deverê dike.’’

Xidir Elyas got: ‘’Xelkê Şingalê ti baweriya xwe bi PKKê nemaye, ew ciwanên ku PKK yî, rojane vedigerin û dibin Pêşmergeyên Kurdistanê, hemû xelk têgeheştiye ku bi tenê Pêşmerge dikare aramî û asayîşa Şingalê dabîn bike.

Ji aliyê din ve berpirsê operasyonên Pêşmerge li fermandariya Şingalê ji rojnameye Bas re ragehand: ‘’Bêhtir ji 20 rêxistinan hatibûn Sinûnê û Şingalê û herwaha navçeyên din ku devera Şingalê xizmetê bo êzdiyan bike, ku bikarin vegerin ser mal û halên xwe, lê ji ber aloziyên PKKê ew hemû rêxistinane ji devera Şingalê vekêşiyan, naha tenê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li devera Şingalê maye û xizmetê ji hemwelatiyan re dike.’’

Herwaha got: ‘’Ji ber PKKê ti rêxistinek newêre li deverê bimîne û Şingalê ava bike, heta PKK li Şingalê û deverê be nayê ava kirin û plana PKKê jî ew e deverê bêhtir wêran û kawil bike.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi