March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

7 êzîdiyên din ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

7 êzîdiyên din ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

BasNews 

Beşek ji endamên sê malbatên êzîdî yên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

Berpirsê ofîsa revandiyên êzîdî li Duhokê, Husên Qaidî ji BasNewsê re got, 7 kurdên êzîdî yên ku di serdema hikûmeta Nûrî Malikî de ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

Husên Qaidî her wiha got, ewên ku hatine rizgarkirin 5 jê zarok in û yên din jî jin in. Beşek ji endamên sê malbatên Şingalê ne.

Berpirsê ofîsa revandiyên êzîdî da zanîn ku ew revandiyên êzîdî bi alîkariya dezgehên ewlehî yên Duhokê û Pêşmerge hatine rizgarkirin û got, piştî demek dirêj gihîştin malbatên xwe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi