March 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Barzanî: Nabe hêzên ne yasayî li Şingalê hebin

Barzanî: Nabe hêzên ne yasayî li Şingalê hebin

Rûdaw

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got; “Heta dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan li Şingalê hebin, nabe hêzên din li wir hebin û rê li pêşiya avadankirin û çalakiyên hikûmetê û tevgera pêşmerge bigrin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro înê (17-03-2017) pêşwaziya Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîrtehsîn Beg, Endamê Civata Rûhanî ya Êzidiyan Babe Şêx û şandekê ligel wan de kir.

 

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa Şingalê, piştsgirêkên êzidiyan û paşeroja herêmê hate gotûbêjkirin.

 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, ku di hevdîtinê de Serok Barzanî behsa karesata bi ser gelê Kurdistanê de hatine, kiriye û karesata Şingalê jî weke xelekek ji vê zîncîra karesatan binav kiriye û gotiye; “Kurdên êzidî di dirêjahiya dîrokê de rastê zulm û înkarê hatine, ev zulm jî jiber pênaseya olî û neteweyî bûye.”

 

Serok Barzanî herwiha gotiye; “Îbadet û dînadariya êzidiyan bi zimanê kurdî ye û êzidî kurdên resen in. ti kes û ti alî jî nikare pênseyeke din bi ser êzîdiyan de bisepîne.”

 

Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê ronahî xistiye ser mijara ji nûve avadankirina Şingalê, vegera xelkê û parêzgehkirina Şingalê de jî gotiye; “Em hemû hewlên xwe dikin da ku bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Bexdayê û civaka navdewletî Şingal ji nûve bê avadankirin, jiyanê vegerînin deverê û gelê herêmê jî bikare pişta xwe bide xwe.”

 

Derbarê hebûna hêzên din li Şingalê jî Serok Barzanî wiha gotiye:

 

“Heta dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan li Şingalê hebin, nabe hêzên din li wir hebin û rê li pêşiya avadankirin û çalakiyên hikûmetê û tevgera pêşmerge bigrin. Civaka navdewletî jî derbarê avadankirina Şingalê de ragihandine ku  heta hêzên ne yasayî li vê deverê mabin, ew ne amade ne alîkarî bidin avadankirina Şingalê.”

 

Di hevdîtinê de herwiha Barzanî diyar kiriye, ku êş û azarên êzdiyan yên hemû gelê Kurdistanê ne û gotiye; “Pêşmerge bi qehremanî tola Şingalê ji terorîstan hilda. Niha terorîstên zalim ketine bin piyê êzidiyan û dê paşerojê de dê hemû navçeyên bin destê DAIŞê de bên azadkirin. Divê tedbîr bên wergirtin da ku careke din karesatên li dijî êzidiyan dubare nebin û êzidî bên parastin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi