April 25, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Keçeke 10 salî ya Kurda Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Keçeke 10 salî ya Kurda Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Rûdaw

Keçeke din a Kurd a Êzidî ku temenê wê tenê 10 sal e, ji destê çekdarên DAIŞê hat rizgarkirin û radestî malbata wê hat kirin.

Di berdewamiya operasyona hêzên ewlehiyê yên Iraqê bo derxistina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê de, hat ragihandin ku keçeke temen 10 salî ya Kurda Êzidî li aliyê rastê Mûsilê hat rizgarkirin.

Çalakvanê Kurdê Êzidî Paşa Mehmûd di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, derengiya şeva bihorî keçeke 10 salî ya Kurda Êzidî bi hevkariya Artêşa Iraqê li taxeke aliyê rastê yê bajarê Mûsilê hat rizgarkirin û bo nav malbata wê hat vegerandin.

Paşa Mehmûd got, ew keça temen biçûk navê wê S.X ye û li aliyê rastê yê bajarê Mûsilê bûye û piştî nêzîkbûna hêzên Iraqê, bi hevkariya kurdekî nav Hêza Dije-Terora Iraqê yê bi anvê Mehmûd Sûrçî û çend kesên din ve hatiye rizgarkirin.

Bi gotina wî çalakvanî, S.X a 10 salî xelkê Komelgeha Gir Uzêr a ser bi navçeya Şingalê ye û tevî xizm û kesûkarên xwe di 3ê Tebaxa 2014ê de ketibû destê çekdarên DAIŞê.

Di êrişa DAIŞê bo ser devera Şingalê û komelgehên Kurdên Êzidî, bi hezaran keç û jinên Kurdên Êzidî ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve bi êxsîr hatin girtin.

Piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêza Pêşmerge ve, hejmareke zêde ya keç û jinên Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin, lê belê hêj zêdetirî 3 hezar Kurdên Êzidî di destê wan çekdarên de mane û çarenivîsa wan nayê zanîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi