March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Zarokê 6 salî yê kurd di salekê de 665 pirtûk xwendine

Zarokê 6 salî yê kurd di salekê de 665 pirtûk xwendine

Rudaw

emenê Umut Şahîn hîn 11 salî ye, lê wî di salekê de 665 pirtûk xwendine.

Umut Şahîn ê ku ji Erxenî ya Amedê ye, diçe pola 5emîn a dibistana seretayî. Umut dibêje ku ew ji xwendina kitêban pir hez dike û di nav salekê de 665 pirtûk xwendine.

Umut li gor zanyariyên pirtûkxaney navçeya Erxenî ya Amedê, di nav zarokan de bûye xwendevanê yekemîn.

Tevî ku betlane ye, Umut piraniya wextê xwe li pirtûkxaneyê derbas dike. Umut di nav her 15-20 deqeyan de kitêbekê xilas dike û dibêje: “Carinan pirtûk dixwînim, carinan li ser kompiyuterê li ser dersê xwe dixebitim, carinan jî diçim parka ku nû hatiye çêkirin û li wir kitêban dixwînim. Pirtûkên ku dixwînim, hinekên wan 64, hinek ji wan 56 û hinek jî 100 rûpelî ne. Hevalên min li derve lîstikan dilîzin lê ez dixwazim pirtûkan bixwînim. Dibistana me, em anîn vê pirtûxaneyê. Em jî bûn endam. Piştî ku bûm endam min dest bi wergirtina pirtûkan kir. Dê û bavê min xwest ku ez pirtûkan bi deng bixwînim. Piştre min her gav kitêb xwend. Piştî wê jî bûm yekemîn.”

Umut diyar dike ku wî ji ber xwendina pirtûkan teqdîrname wergirtiye û dibêje: “Beriya ku dest bi xwendinê bikim, min gava dixwend fêm nedikir, kekê min ji min re qal dikir. Piştî ku min dest bi xwendinê kir, êdî tiştên ku dixwînim fêm dikim.”

Ji ber hewldanên dayik û bavê wî, Umut dixwaze xwedî pîşeyeke baş be û dayik û bavê xwe şanaz bike.

Umut dibêje: “Pêşniyara min bo hevalên min, bila her gav kitêb bixwînin. Deriyên serkeftinê bi xwendina pirtûkan vedibin. Min vê gotinê jî ji pirtûkekê xwendibû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi