March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Şandekê kesayetyên syasî yên êzdya seredana “Şêx Şamo” kirin û piştgîrya xo bo Rîfrandomê ragehandin

Şandekê kesayetyên syasî yên êzdya seredana “Şêx Şamo” kirin û piştgîrya xo bo Rîfrandomê ragehandin

Tora laliş ya ragehandnê‌/ Duhok

Li rêkkeftî 24temûza 2017ê‌, komeka kesayetyên syasî yên êzdî seredana desteya bilnda bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî li duhokê‌ kirin û pştevanya xo bo encamdana rîfrandoma herêma Kurdistanê‌ dyarkrn.

kesayetyên syasî yên êzdî ji her êk ji berêzan”Dexîl Qasm Hesun”wezîr û qaymmqamê‌ berê‌ yê‌ Şingalê‌ û “Şerîf Slêman”endam perlemanê‌ berê‌ li perlemanê‌ Îraqê‌ û”Seydo Çeto” serokê‌ fraksyona brayetî û pêkvejyanê‌ li encûmenê‌ parêzgeha mûslê‌ û “Meyser Hecî Dalh” qaymmqamê‌ berê‌ yê‌ Şingalê‌ û “Xidr Elyas”endamê‌ civata parêzgeha mûslê‌ û “Berekat Şemo” endamê‌ civata parêzgeha mûslê‌ pêkhatî bûn, seredana desteya bilnda bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî kirin û jibal berêz”Şêx Şamo” serokê‌ bingehê‌ laliş ve hatine pêşwazîkirn.

dihevdîtnê‌ da şandê‌ navbrî pîrozbahî li berêz”Şêx Şamo”kirin bo dest nîşankirna wî wek nûnerê‌ êzdyan di lijna Rîfrandoma herêma kurdstanê‌ da û tekez kirin ku Şêx kesayetyekê‌ ji hejî û jêhatî ye û me bawerî pê‌ heye û hemûyan piştevanya xo bo şêxî anî ziman.

herwesa xoşhalya xo dane dyarkirn bo bryara serkrdayetya kurdistanê‌ bi serokatya serok Barzanî divê‌ qonaxa çarenvîsaz da ku êzdîyek di cyê‌ bryarê‌ da danan û ev pêngav bilnd û pîroz nirxandin.

di layekê‌ dî da şandê navhatî piştevanya xo bo Rîfrandoma Kurdstanê‌ ragehandin û dyarkirn jibo êzdyan derfeteka dîrokî ye jibo yeklakirna çarenvîsê‌ deverên êzdyan û derbazbûn ji çendîn kêşe û alozyên helawîstî mayn, herwesa kesayetîyan bîr û boçonên xo bo vê‌ qonaxê‌ û çawanya pêkve karkirnê‌ jibo serxstina vê prosêsa hestyar û mêjuyî li deverên êzdya , daku encamekê‌ baş û yeklaker bo paşeroja kurdstanê‌ bi giştî û ya êzdyan di Kurdstanê‌ da bi taybetî bête girentîkirn , dîsan dûpat li rewşa Şingalê‌ kirin ku dest têwerdanên derekî di Şingalê‌ da nemînin û her roj grop û layenek neêt bazara li ser rewş û perîşanî û erdê‌ Şingalê‌ û êzdyan neket, û divêt bi hişyarî pêkve karbkeyn û bi dengê xo çarenvîsê‌ îdarekirn û yeklakirna erdê‌ xo destnîşan biken û rêkê nedeyn layen û gropên derekî destêwerdanê‌ bikin di axa meda.

ji alyê‌ xove berêz”Şêx Şamo” bi germî bixêrhatina şandê‌ mêvan kir û supasya hest û heluystê wan berêza yê berprsyarane û ciwamêrane beranber paşeroja millet û welatê wan.

Şêxî dîtin û şrovekirneka rihet liser babetê‌ Rîfrandomê‌ û seredana şandî bo Broksil û qonaxên dahatî yên karkirna lijna bilnda Rîfrandomê‌ û çawanya danana mîkanzmekê‌ bo vê‌ qonaxa nazk behskir û dûpat kir ku em hemû yek û dû temam dikin dihelgrtna vî barê‌ giran da , tekez kir pêtvî ye bi şev û roj kar bikin heta bikarn vê‌ qonaxa çarenvîsaz derbaz bikin û vê‌ derfeta dîrokî ji dest xo nekeyn bi encamekê‌ baş peyama çarenvîsê xwe bi hemî cîhanê bigehînin.

Hemî hazrbûyê hevdîtnê bi hevrabun ku êzdya bedîlê Kurdistanê nîne û take wargehê êzdya yê resen Kurdistane.

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi