Xetîra Agirê Newrozê li Şingalê tê vêxstin
Tora Lalish ya Ragehandinê
Li rêkeftî 20 Adara 2017an , bi helkefta cejna Newrozê bingehê laliş tayê Şingalê bi hevkarî di gel lijna Hizbî û Kargêrî ya kempa Mam Reşan, ahingek qeşeng ji bo vegerandina bîrewerya cejna newrozê gêra .
Bi amadebuna nûnerê bingehê laliş tayê Şingalê û berpirsê Lijna Hizbî û Kargêrya Kempê û Polîs û Asayşê ev ahing bi rêve çû .
Di vê ahingê de Alayê Kurdistanê li gorepana Qutabxanê kempê hat berz û bilind kirin, û di vê ahingê de çendîn hozan û diruşm hatin xwandin , zêdebarî gotina sitranan ji bal xwendekarên Qutabxaneya xwandina Kurdî herwesa belavekirina dîyaryan .
Li dawyê jî xetyra agirê Newrozê ji bal amadebuyan ve hat vêxistin .
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî