April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Çinar şemo..Dîtinek li dor kongirê 13 yê bingehê laliş

Çinar şemo qasim lalish media network

Li jêr dirwşmê (laliş kanîyeka zelale di horte di robarê rewşenbîrya kurdî da ) kongrê 13 yê bingehê laliş yê rewşenbîrî li 6/7/2013 li hola mehemed arfê cizîrî hate li darxistn bi amadebuna jimareka kesanên syasî û rewşenbîrî û civakî û rêveberên mîrî û îdarî .

Dyare ji civînên vî kongreî û rêzgirtina li hizr û bîrêt pişkdarêt kongireî hatye kirin dîar bû ku dîmukratyet gelek hatye bi kar înan di vî kongreî da û her hosa ew tiştê balkêş yê vî kongirî ew bû ku pişkdarya afretê geleke berçav bû , û rêjeka baş jê ye hazir bû ku ji salanên berî zêde tir bû .

Encamên vî kongreî çend xalên here baş hatine pesend kirin ji peyrew progiramî , yek ji wan ew bû zêde kirina salan di navbera kongreî da eve jî nîşana wê yekê bû desteya hatye helbjartn bo mawê(demê) çar sala di kart xizmeteka baş biket û her hosa ji alyê abûrî ve jî mezaxtn wê kêm bibe , ji alyekî dî ve bingehê laliş di vê dema kurt da her ji sala 1993 ta niha 13 kongire gêrane beramber kar û bizavên wî ku laliş buye wek desgehek .

Ji alyekî dî ve ji 13 endama kirin 15 endam eve yek ji wan biryara bû ji berku endamên bingehê laliş pir zêde bune û ta niha bingehê laliş (670) endamên xwedî bawername hene , her wisa kongirey razîbuna xwe li ser şêwê lîstê qebul kir çunke eve jî baştire demê helbijatn bi lîstê bin ew hevalên di wê lîstê wê bitir di gel yek biguncin û pitr wê kar were kirin , ji encamêt here mezin yêt vî kongireî ew bû pişkdarya nûnerê serok mesud barzanî (Felekedîn Kakeî) nîşana wê yekê didet ku pute dana hikumeta herêma kurdistanê bo bingehê laliş wek yekemîn dezgehê êzidîyan yê rewşenbîrî û her dîsa dana xelatê laliş yê salane bo piştevanekî bingehî ew jî berêz (Reşî Xinisî) wekîlê daraî bû , eve bi xo piştevanyeke ku ew biqart harîkarya bingehê laliş biket ji alyê madî ve, û li dumahyîa kongireî pîroz baî li wan kesanên di vê listê da hatîne helbijartn hate kirin .

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi